PeyamaKurdî - Asayişa Silêmaniyê ragihand ku di encama lêgerîn û lêpirsînê da tawanbarên dizîya mûçeyên karmendên nexweşxaneyê hatine desteserkirin û pereyên hatine dizîn hatin vegerandin.
Rêveberê Asayişa Silêmanîyê Westa Hesen di konferanseke rojnamevanîyê da ragihand ku dezgehên ewlekarîyê karîn di çend saetan da tawanbarên dizîya pereyan desteser bikin.
Li gorî agahiyên berdest tawabar 7 kes bûn û xelkê vî welatî ne û li derveyî bajêr hatin desteserkirin. Hat dîyarkirin ku îro mûçe li karmendên nexweşxaneyên bajêr dihên belavkirin.
Ji alîyê din ve Wezîrê Darayî û Aborîyê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di daxuyanîyekê da ragihandibû, ew kesên pereyên nexweşxaneyan revandibûn hatin desteserkirin û pere jî hatine vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin