Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Swêd pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Swêd pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwazî li Balyozê nû yê Swêd li Iraqê Larsh Ronas kir û destbikarbûna wî pîroz kir.

 Serokê Herêma Kurdistanê,  hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hemahengiyekê bo Balyozê Swêd nîşan da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, hat xwestin ku peywendiyên Herêma Kurdistan û Swêd û zêdetir werin pêşvebirin û bi taybetî di warê veberhênanê pêşketin çêbibe.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de, bi kurtî di derbarê pirsên girîngên qonaxa derbasbûyî û niha û berdewamiya proseya çaksazî li Herêmê, peywendiyên Hewlêr û Bexda, daxwaza her du aliyan ya ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê û hemahengiya di navbera wan ya li warê aramî û asayîşê da û rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê de axaftinek pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve Balyozê nû yê Swêd li Iraqê bal kişand ser wê yekê ku bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û behsa rola welatên Ewropî li navçeyê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin