PeyamaKurd – Peykerê Rêber û têkoşerê welatê Hindistanê Mahatma Gandî ku her sal li welatekî tê danîn, îsal bi merasîmeke fermî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat danîn.
Di rêwresma rakirina perdeya ser peykerê Gandî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîr û berpirsên bilnd ên hikumeta Herêma Kurdistanê amadehî kirin.
Di wê rêwresmê de, herwiha bi beşdarîya Wezîrê Derve yê Hindistanê Vêrmavalî Moralî Deharan, peyker di nav yek ji baxçeyên Parka Samî Ebdulrehman de hate danîn.
Peykerê Gandî her sal li welatekî tê danîn û îsal jî bajarê Hewlêrê bo danîna peykerê Gandî hatiye hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin