PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike, 3 keştî revandin ku yek ji wan ya Erebistana Siûdî ye.
Hat ragihandin ku Hûsiyan bi sedema binpêkirina rêzikên deryavaniyê li nêzîkî Girava Urbanê dest danîne ser 3 keştiyan ku yek ji wan keştiya Erebistana Siûdî ya bi navê ‘Rabig 3 bûye.
Di daxuyaniya Hûsiyan de hatiye gotin ku keştî bo bendergeha Salif a Hudeydeyê hatine kişandin û li ser nasnameya herdu keştiyên din jî ti agahî nehatin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin