PeyamaKurd - Li bajarokê Xurmatû ya Kerkûkê, 4 ciwanên kurd ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.
Hat ragihandin ku 4 ciwanên kurd ku dixwestin li bajarokê Xurmatû li dijî kuştina welatiyekî kurd bi navê Piştîwan Kerîm xwepêşandanê bikin, hatin girtin.
Efserekî polîsê Iraqê yê Xurmatûyê Fazil Mihemed li ser bûyerê got, şeva borî hêzên polîs li taxa Rizgarî ya Xurmatû 4 kes girtine.
Efserê polîs diyar kiriye ku ew ciwan ji ber hinek tohmetan hatine girtin û lêpirsîna wan berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin