PeyamaKurd – Nûnera dewleta Amerîkayê ya li Neteweyên Hevgirtî Linda Thomas Greenfield ragihand ku ev 10 sale li Sûriyê şer dewam dike û divê 11 emîn salvegera şer çênebe.
Serokatiya dewreya adarê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Hevgirtî dest guhert û ket destê Amerîkayê. Balyoza Amerîkayê Greenfield li ser mijarê civîneka çapemeniyê lidarxist û got dê bi civaka navdewletî re car din angaje bibin, hevkarî û îttîfaqan car din ji nû de birêbixin.
Greenfield ragihand ku dê di 15 ê adarê de 10 em salvegera şerê Sûriyê tije bibe û weha got:
“10 salên êşa ku mirov dikaribû ber lê bigirta, 10 salên şer yên bêdeyax. Di 10 salan de ew çend mirin çêbûn û hal nexweştir dibe. Wexta yekîtiyê û çareseriyeka rast hatiye. Di salvegera 11 em de, divê weka salvegera 10 em nebe.”
Her weha Greenfield li ser mijara bernama Îranê ya nukleerî got ku eger Îran berpirsiyariyên xwe bicîh bîne Amerîka amade ye ku bibe terefê peymanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin