PeyamaKurd – Hat zanîn ku wê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi vexwendineke fermî serdana Amerîkayê bike.
Rayedarekî ji encûmena wezîrên Iraqê derbarê serdanê de gotiye, du hefte berê ji Washingtonê vexwendineke fermî bo serdanê gihîştiye wan.
Hat diyarkirin ku wê Kazimî di serdanê de, bi Serokê Amerîka Joe Biden re jî hevdîtinê bike û çar li rê ye serdan dawiya vê mehê pêk were.
Li gorî zanyariyan mijarên girîng ên serdanê diyaloga stratejîk a Amerîka-Iraqê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û êrîşên ser hêzên Amerîka û hevpeymaniyê li Iraqê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin