PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê di merasîma vekirina kargeha hilberîna hesin MED STEEL a li Herêma Kurdistanê û Iraqê ya herî mezin de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, Hikûmet hemû hewldanekî ji bo avakirina bingehê aboriyekî pêşkeftî dide.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de da zanîn: ‘‘Birêz amadebûyên hêja, roja we baş. Ez xwe gelekî bextewer dibînim ku di boneyekî wiha de amade me, ji bo vekirina kargeha hesin a MED STEEL li Hewlêrê. Ev vê rastiyê nîşan dide ku em li Herêma Kurdistanê berdewam in li piştevanîkirina sektora taybet. Di vê boneyê de, ku MED STEEL di warê pîşesazî de xizmeteke mezin dê ji Herêma Kurdistanê re bike.’’
Herwiha Serokwezîr got: ‘‘Em tenê soz nadin, heman demê de sozên xwe bicîh jî tînin. Di kabîneya nehem de, me soz da piştevaniya sektora taybet bikin û hewldanên hemû cure kirina aboriya herêmê bidin. Ez keyfxweş im dibînin kargeheke wiha mezin bi standartên cîhanî hatiye avakirin û ya herî mezin û pêşkeftî ye di warê hilberîna hesin de li Iraq û Herêma Kurdistanê.’’
Di berdewamiya gotara xwe de Serokwezîr destnîşan kir: ‘‘Qasê em dizanin ev kargeh xwedî şiyane ku 350 ton şîş û hesin û steel hilberîne bo Kurdistanê û Iraqê û cîhên din jî dikare berhem bîne, herwiha derfeta kar bo zêdetir ji 1000 kesan jî ava dike.’’
Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘‘Cîhê serbilindiyê ye roj bi roj projeyên stratejîk li Herêma Kurdistanê tên avakirin. Em ê berdewam bin li piştevanîkirina sektora taybet bo hemû cure kirina bingehekî bihêz ê aboriyê li Herêma Kurdistanê. Ji bo ku em pişta xwe nedin tenê çavkaniyekî û pê ve girê nedin. Kurdistan bi kana û madênên xwe û dewlemendiyên xwe yên xwezayî ve gelek dewlemend e. Lê wek pêwîst, heta niha sûd jê nehatiye wergirtin. Hemû hewldaneke me dê ew be ku em bingehekî ava bikin ku Kurdistanê bixe nav rêza welatên pêşkeftî.’’
Herî dawî got: ‘‘Em ê piştevaniya wan hewldanan berdewam bikin û spasiya hemû sermayedaran dikin û daxwazê ji hilberînan dikin ku di sektorên pîşesazî û geştûguzar û kiştûkal û fêrkirin û xwendin berdewam bikin. Bernameyekî me ya mezin heye bo pêşxistina Kurdistanê ji hemû aliyan ve. Ez keyfxweş im ku ez dibînim roj bi roj berhemên sozên ku me dane derdikevin û Kurdistan pêngaveke zêdetir davêje bo ku pêş bikeve.
Ez destxweşiyê li we dikim û destxweşî li Kak Sebrî Ozer dikim bo vê hilberîna ku kirine, hêviya serkeftin û serbilindiyê bo wî dixwazim.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin