Dadgeha Colorado: Trump besdarî hilbijartinan nabe

Dadgeha Colorado: Trump besdarî hilbijartinan nabe

Peyama Kurd - Dadgeha Bilind a Coloradoyê biryar da ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, nikare beşdarî hilbijartinên seretayî yên sala bê bibe.

Lê belê biryara Dadgehê tenê ji bo parêzgeha Coloradoyê pêkan dibe.

Dadgehê ragihand ku ji ber rola wî ya neyênî ya dagîrkirina Kongreyê, wê navê Trump ji pûsûlaya dengdanê bê derxistin.

Dadgehê di biryara xwe de rola neyênî ya Donald Trump a serdegirtina Kongreya DYAyê ya 6ê Çileya 2021an bi bîr xist û Xala 14mîn a Destûra Bingehîn wekî sedem nîşan da.

Di benda 3yemîn a xala 14mîn a Destûra Bingehîn de tê gotin ku ew karmendên ku li dij dewletê hewla "rikberî û serhildanê" pêk bînin, nikarin bibin xwedî erkên dewletê.

Meraq ew e; gelo li parêzgehên din yên DYA jî ger li dijî Donald Trump heman doz bêne vekirin, wê Dadgehên van parêzgehan jî heman biryarê bidin an na?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin