DAIS bi rengê damezrandina xwe ya 2014an de ji Sûriyê derbasî Iraqê dibe

DAIS bi rengê damezrandina xwe ya 2014an de ji Sûriyê derbasî Iraqê dibe

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê, bi rengê damezrandina xwe ya sala 2014an, ji Sûriyê derbasî Iraqê dibin.

Li gor medyaya Iraqê belav kiriye, rêxistina DAIŞê weke sala 2014an ji axa Sûriyê derbasî nava Iraqê dibe.

Malpera ŞefeqNewsê ji ser zarê berpirsekî hêzên emnî belav kiriye, artêşa Iraqê 20 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li ser sînorê Iraqê û Sûriyê desteser kiriye.

Hêjayî gotinê ye di sala 2014an de jî terorîstên DAIŞê ji Sûriyê derbasî nava xaka Iraqê bûn û di demeke kurt de êrîşî artêşa Iraqê kirin. Herwiha di heyameke kurt de gelek bajarên Iraqê kontrol kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin