PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Dêrazorê 7 leşkerên rêjîma Sûriyê di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.
SOHRê diyar kir, çekdarên DAIŞê li Şilola ya rojavayê Dêrazorê êrîşî ser mîlîsên Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê kirin û di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
DAIŞê ev demek e li çolistana Sûriyê ya navbera Hema û Dêrazorê çalak bûye û di van rojên dawî de, 7 gundên wê herêmê ji destê hêzên rêjîma Sûriyê derxistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin