PeyamaKurd- Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen ragihand ku bo tedbîra koronavîrusê li welatê wan kreşên zarokan û dibistanên seretayî hatibûn girtin.
Frederiksen, civîneka çapemeniyê lidarxist û di civînê de ragihand ku wê di 15 ê nîsanê de, dibistanên seretayî heya pola 5 ê dest bi xwendina xwe bikin. Lê polên 6 heya ya 10 ê wê li malê bimînin. Ezmûnên dibistanên navendî wê bi sînor bên kirin.
Heya 31 ê meha tebaxê temamên ahengên qelebalix, kafe, bar, salonên masajê, solaryûm û berber wê heya 10 ê gulanê girtî bimînin. Wê sînorên navbera wan û Almanya û Îsweçê girtî bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin