Dayîkên semiyê serbest hatin berdan

Dayîkên semiyê serbest hatin berdan

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li Îstenbolê li Meydana Galatasarayê her şemî ew kesên ku zarokên wan wendane an bi kiryarên kirdeyên wan nediyarin hatine kuştin, dicivin, ragihandina çapemeniyê dikin lê tevî ku di derbarê wan de biryara dadgeha destûrê ya Tirkiyê heye ku çalakiyan bikin jî, ji aliyê polîsan de vê sibê hatibûn girtin.

Binçavkirina wan serê siba hat kirin û piştî îfadên wan sitendin û birin kontrola tenduristiyê û êvarê seet di 17.00an de serbest hatin berdan. Gelek parlementer û destekvanên mafê mirovan tevlî çalakiya wan bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin