PeyamaKurd – Li Pakistanê bajarê Ketta yê herêma Pashtoonabad a Belucistanê li mizgefteke sûneyan dema nimêja înê teqîn çêbû.
Berpirsê Polîsê bajêr Abdul Razzak Cheema ragihand ku teqîn li Mizgefta Rehmaniya ya Sûneyan çêbûye û di encamê de 2 kesan cand daye û 16 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku hîn ti rêxistinekê ew êrîş li xwe negirtiye.
Êrîşên bi vî rengî beriya niha jî bi ser şîeyan de çêdibûn, lê vê carê êrîş bi ser misilmanên sûne de hatiye kirin ku ji herdu mezheban komên çekdar li wê herêmê çalak in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin