PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîh Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye, sibe ji doza esasî ya lê hatiye vekirin derdikeve pêşberî dadgehê.
Hat zanîn ku dê Demirtaş sibe li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ji Girtîgeha Edirne bi rêya SEGBÎSê li demjimêr 10an beşdarî rûniştina dadgehê bibe.
Demîrtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê” û “Pesndana sûc û sûcdaran” tê darizandin û 142 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin. Ev doza li Amedê lê hatibû vekirin û bi hinceta “Ewlekariyê” biribûn dadgehê Enqerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin