Di balafira rêwiyan a Rûsyayê ya li Balafirgeha Antalyayê daket, sewat derket!

Dîroka weşanê :
Di balafira rêwiyan a Rûsyayê ya li Balafirgeha Antalyayê daket, sewat derket!

PeyamaKurd – Di balafira rêwiyan a Rûsyayê ya ku li Balafirgeha Antalyayê daketibû de, di beşa motora çepê de şewat derket. Alîkarê Parêzgarê Antalyayê daxuyand ku 79 rêwî hatin tehliyekirin û ti birîndar tune.

Şewata ku di beşa motora çepê ya balafira rêwiyan a Rûsyayê ya li Balafirgeha Antalyayê daketibû, hat vemirandin.

79 rêwiyên balafirê û 4 xebatkarên balafirê ji aliyê îtfaiyeyên balafirgehê ve midaxeleyî balafirê kirin û hatin tehliyekirin.

Hat ragihandin ku ti ziyanên canî çênebûne, lê hat ragihandin ku sedema şewatê tê lêkolînkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin