PeyamaKurd – Mirov dikare bêje her roj di Derya Sipî de tekne, keştî an botên ku koçberan hildigrin, qeza dikin an noqav dibin. Îro jî li Girava Gîrîdê tekna ku koçberan hildigirt noqav bû û li gor encama niha 5 kes can dan. 25 koçber jî di deryayê de wenda bûne.
Tekna navborî li Başûrê Girava Gîrîdê, li peravên bajarê Heraklionê, li devera Kali Limenesê ya giradayê Yûnanistanê, bi sedemekî nayê zanîn noqav bû.
Hêzên ewlehiya peravên Yûnansitanê û tîmên navdewletî çûne herêmê. Heya niha 5 cesedan derxistine, 20 kesan sax rizgar kirine û 25 kesên wenda hene, xebata lêgerîna wan dewam dike.
Bi sedema jimara wendayan zêdeye, seha operasyonê jî fireh kirin. Ji bo destekê bidin tîmên Yûnanistanê Ajansa Ewlehiya Peravan ya Yekîtiya Ewrûpayê (Frontex) jî destekê dide tîmên Yûnan. Lêgerîna ji hewa de jî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin