Di erdheja Endonezyayê de herî kêm 35 kes mirin

Di erdheja Endonezyayê de herî kêm 35 kes mirin

Di erdheja Endonezya de herî kêm 35 kes mirin

PeyamaKurd – Îro 15ê Çile li girava Sûlawesî ya Endonezyayê erdhejeke bi pileya 6.2yan rû da ku li gorî zanyariyan herî kêm 35 kes mirine.

Hat ragihandin ku erdhejê bandora herî zêde li bajarê Mamûjûyê kiriye û nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyane ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin.

Hat zanîn ku di bin kavilên nexweşxaneya ku hilweşiyaye de gelek nexweş û karmend hene ku tenê di wê avahiyê de herî kêm 35 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li Endonezyayê hişyariya erdejên din û tsunamiyê hat dayîn û hat xwestin welatî ji beravên deryayê dûr bibin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin