PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîşa dronî bir ser Hîzbûllahê û 3 endamên wan kuşt. Êrîşa ser Hîzbûllahê di wexta ku ereba endamên Hîzbûllahê tê de bûn û li nêzî bajarokê Naqoura di rê de diçû, li rêya sahilê ket ber êrîşa Îsraîlê.
Li gor ragihandina ajansa Reutersê; di rêya sahilê de her sê endamên Hîzbûllahê hatine kuştin. Di nav hefteyê de Hîzbûllahê ragihandibû eger Îsraîlê êrîşên ser Xezzayê rawestîne dê ew jî êrîşên xwe rawestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin