Di êrîsa Boko Haramê de 92 lesker hatin kustin

Di êrîsa Boko Haramê de 92 lesker hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Çadê yê Afrîkaya Navîn di encama êrîşeke terorîstên Boko Haram a girêdayî El Qaîdeyê de, 92 leşker hatin kuştin.

Serokkomarê Çadê Idriss Déby ragihand ku êrîş li herêma Boma ya wîlayeta Lacê rû da û diyar kir, ji ber êrîşa çekdarên Boko Haram, efser jî di nav de, 92 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane ku yekem car e di êrîşekê de evqas leşker têne kuştin.

Li gorî efserekî payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, çekdarên Boko Haram bi êrîşa xwe ya herî giran, zerareke mezin gihandin pergala parastinê ya artêşê.

Hate ragihandin ku, tevî leşkerên ketin kemînê, leşkerên ji bo alîkariya wan çûn jî ketin heman derê û bi dehan maşîneyên leşkerî jî hatin teqandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin