Di êrîsa HTSê de 3 leskerên Sûrî hatin kustin

Di êrîsa HTSê de 3 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarên Heyet Tehrîn Şam (HTŞ) bi ser hêzên Sûriyê de 3 leşkerên Sûrî hatin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdarên Heyet Tehrîr El Şam bi hawan û obusan êrîşî baregehên hêzên rejîma Sûriyê yên li eniya Nehşeba ya bejahiya bakurê bajarê Laziqiyê kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Piştî êrîşê hêzên Sûriyê jî derdora bajarokê Kensefra yê başûrê Idlibê bi hawanan û gundên Kefeteal, Keferema û Mezari El Wasta yê bejahiya rojavayê Helebê bi obusan topbaran kirin. Li ser windahiyên canî de ti agahî nehatine parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin