PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dorûbera parêzgeha Idlibê di encama çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de, 5 leşkerên Sûrî hatine kuştin.
Herwiha di encama êrîşeke li devera Tedmur û bakurê Helebê de jî 2 leşkrên girêdayî rejîma Sûriyê hatine kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku êrîşa yekem li derdora gundê El Etatira yê li bejahiya başûrê Idlibê pêk hatiye û çekdarên HTŞê êrîş birine ser xaleke leşkerên Sûriyê û di encamê de 5 leşker hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku du êrîşên din jî li rojhilatê bajarê Tedmurê û li bajarokê Merenaz ê li bakurê Helebê ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin û di wan êrîşan de jî 2 leşkerên sûrî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin