PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê eyaleta Maharaştayê di encama teqîna cebilxaneyên di kargeheke çekan de, 8 kes mirin.
Rêveberên eyaleta Maharaştayê ragihandin ku teqîn li kargeheke cebilxaneyan a li herêma Bhlandarayê rû daye û ji bilî mirina 8 kesan 14 jî di kargehê de asê mane.
Wezîrê Gihandinê yê Hindistanê Nitin Gadkari jî eşkere kir ku 8 kes di teqînê de mirine û 7 jî birîndar bûne. Derbarê sedema teqînê de agahî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin