Di kongra Amerîka de hawara êrîskerê çekdar hat ragihandin

Di kongra Amerîka de hawara êrîskerê çekdar hat ragihandin

PeyamaKurd – Di kongra Amerîka de, bang kirin ku di avahiyê de îxbara kesekî çekdar hatiye sitendin û di nav avahiyê de çiqas kes hene, divê li ciyê xwe, xwe bispêrin cihekî bi ewle. Polîs çûnûhata Senatoyê girt û di nav avahiyan de û der û dora wan de lêgerîn dike.

Polîsê ewlehiya kongrê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku îxbar sitendine ku dibe êrîşeka çekdarî bibe.

Polîs ragihand ku xelkj ji deverê xwe dûr bigre, yên di avahiyan de xwe li ciyekî bi ewle bistrînin û heya niha dengê ti çekekî nehatiye bihîstin. Di daxwuyaniya polîs de weha hat gotin:

“Memûrên me li ser banga 911an weke bersiv di nava afîsên Senatoyê de û dora wan de lêgerînê dike. Ji ber lêgerîn dewam dike, xwe ji deverê dûr bigrin. Em di nav avahiyan de ne û ji ber me îxbara kujerekî sitendiye xwe li ciyê xwe biparêzin. Heya niha dengê sîlihekî nehatiye.”

Bi sedema Senato di tatîlê de ye, piraniya endaman ne di avahiyê de ne lê memûrên di avahiyan de hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin