PeyamaKurd – Di navbera herdu welatên mezin ên cîhanê Çîn û Hindîstanê de, ji ber nakokiyên sînoran metirsiya şer derket holê.
Hêzên Çîn û Hindistanê li herêmên sînorê Çiyayên Hîmalaya li hember hev rawestiyane û Wezîrê Derve yê Hindîstanê hişyariya rûdana şer da.
Wezîrê Derve yê Hindîstanê Subrahmanyam Jaishankar îro 18ê Adarê li ser rewşa dawî got: “Rewşa navçeyên sînorê navbera Hindîstan û Çînê li navçeya Ladax a li Çiyayê Hîmalaya gelek metirsîdar e û hêzên çekdar ên herdu aliyan jî li hember yek rawestiyane û metirsiya derketina şer heye.”
Subrahmanyam Jaishankar ji rojnameya India Today re daye xuyakirin: “Rewş gelek hestiyar e, ji ber hêzên me gelek nêzîkî hev hatine bicihkirin, ji ber wê jî ji aliyê helsengandina leşkerî ve rewş gelek metirsîdar e.”
Subrahmanyam Jaishankar bal kişand ser rêkeftina Îlona 2020an a bi Çînê re ji bo asayîbûnê hatiye kirin û got: “Divê Çîn wan xalên herdu alî li ser rêkeftine bicih bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin