Di navbera Pakistan û Hindistanê de sereka din derket

Di navbera Pakistan û Hindistanê de sereka din derket

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansa Amerîkayê ya Associated Press (AP) şereka dinê di navbera her dû dewletan de,li herêma Keşmîrê derketiye. Li gor ajansê li herêma Keşmîrê ku di navbera her dû dewletan de, li serê pirsgirêk heye, li ser xeta kontrolê, her dû alî bi sîlihan lihev xistine.

Artêşa Hindistanê ragihand ku Pakistan bi top û sîlihan li leşkerên Hindistanê dane û li 24 noqteyên kontrolê yên Hindiyan xistine. Berdevkê artêşa Hindiyan yarbay Dewender Anand dibêje hinek sîvîl bi topên Pakistaniyan birîndar bûne.

Herêma Keşmîrê ji sala 1947an heya niha di navbera Pakistan û Hindistanê de pirsgirêke û nehatiye çareserkirin. Her dewletekî dibêje ku Keşmîr aîdê wan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin