PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li ser çemê Nîjerê tekneya ku ji Nîjerê diçû eyaleta Kwarê noqav bû, herî kêm 50 kes mirin û gelek kes wendane. Di teknê de dawetiyên ku ji dawetekî dadigeriyan hebûne û nayê zanîn bê di teknê de çend kes hebûne.
Li gor çapemeniya cîh; kesên mirine ji gundê Egnbotiyê ji dawetekî dadigeriyan. Li gor şahidên bûyerê texmînen di teknê de li dora sed kesî hebûne û bûyer bi wextê Nîjeryayê seet 03.00an de çêbûye.
Ji bo dîtina kesên ku wendane tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin