PeyamaKurd – Li welatê Mynamarê li deverên ku bi qaçaxî li madênê digerin heyelan an ku roxandin çêbû û niha sed kes wenda ne. Li gor ragihandina BBC yê heya niha yek kes miriye. Roxandina madenê li eyaleta Kaçînê li devera Hpakantê, ber destê sibê roja çarşemê çêbû.
Welatê Mynamarê welatê ku herî zêde eqîqa kesk derdixe lê di ocaxê madenan de zêde qeza çêdibe.
Ji bo rizgarkirina wendayan 200 kes li ser gola nêzî ciyê madenê digerin. Ji tîma rizgarkirinê Ko Nyi mijarê weha ragihand:
“Me heya niha 25 birîndaran şand nexweşxanê û kesekî mirî dît.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin