PeyamaKurd - Li Brezîlyayê di encama operasyoneke polîsan a dijî komên çeteyan de, li taxeke bajarê Rio de Jenerio 18 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku Polîsên Brezîlyayê li taxeke Brezîlyayê, ji bo dawî anîna “polîtîkaya belavkar” ya çeteyên bi navê Complexo do Alemao operasyonek li dar xistin ku di çend mehên dawî de cara duyemîn e ku operasyoneke wiha berfireh tê lidarxistin.
Li gorî ragihandina rayedaran, di operasyona mezin ya ku doh pêk hatiye de herî kêm 18 kes hatine kuştin ku kesek ji kuştiyan niştecihekî herêmê ye û kesek jî polîs e.
Li gorî AFPê, Komîsyona Mafê Mirovan a Brezîlyayê û Saziya Parastina Mafan, ragihandiye ku di encama operasyonê de polîs û jinek jî di nav de bi giştî 20 kes hatine kuştin.
Di 23yê Gulanê de jî li taxa Vîla Cruzeîro operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de tevî 23 kesên gumanbar 25 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin