PeyamaKurd – Di encama operasyonên cuda yên hêzên Iraqê bi piştevaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, 16 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Hat ragihandin, artêşa Iraqê li çiyayê Qereçoxê yê girêdayî Mexmûrê, li dijî çekdarên DAIŞê operasyonek bi alîkariya balafirên hevpeymaniyê da destpêkirin ku di encama wê operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û leşkerekî iraqî jî jiyana xwe ji dest da.
Herwiha şaneya Ragihandinê ya Ewlekaiya Iraqê ragihand ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî bingehên DAIŞê yên li bajarokê Yesre yê parêzgeha Samarayê û navçeya Dubiz ya Kerkûkê bombebaran kirin.
Hat ragihandin li Samarayê 5 û li Dubiz a Kerkûkê jî 6 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin