PeyamaKurd – Heyva Sor a Filîstînê ragihand ku di roja duyem a agirbesta Hemas-Îsraîlê û navebera mirovî ya şer de, 187 bargihilgirên alîkariyê gihîştine Xezeyê.
Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya lihevkirinê de, alîkarî ji Heyva Sor a Misirê têne wergirtin û di nava du rojan de, ji ser Deriyê Refah ê Misrê de roja 25ê Mijdarê 187 TIR hatine radestkirin.
Hate ragihandin ku di TIRan de alîkariyên bijîşkî yên wekî derman û alavên tenduristiyê hebûn.
Tê çaverêkirin alîkariyên mirovî di çarçoveya navbera mirovî de heta du rojên din jî dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin