Di serê gundî û sivanan de 10 kes hatin kustin

Di serê gundî û sivanan de 10 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Nijeryayê bi sedema aloziya çêrandinê, gundiyên cotkar û şivan pev çûn.

Hat ragihandin di pevçûna gundî û cotkaran de, Artêşa Nijeryayê jî operasyonek pêkanî û di encamê de 10 çekdarên êrîşî gundiyan kiribûn hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Nijeryayê di operasyona bi ser herêma Dansadau  û Maru ya li eyaleta Zamfara de, 10 çeteyên çekdar hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li welatê Nijeryayê gelek caran şer û pevçûnên bi vî rengî rû didin.

Li eyaleta Zamfarayê ev 4 sal in ku di navbera Fulaniyên cotkar û kabîleyên din ên ajalvaniyê dikin de şer û pevçûn çêdibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin