PeyamaKurd – Xwepêşandanên Amerîkayê yên dijî nijadperestiyê ku piştî kuştina zilamê çermereş Geoge Floyd dest pê kiribûn di roja xwe ya 9an de jî berdewam dikin.
Polîsê New Yorkê ragihand ku li Brooklyn efserekî Amerîkî dema destwerdana xwepêşanderan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniya polîs, her du efser li kolana Flat Bush û dêra li Brooklynê birîndar bûn û ji bo dermankirinê, ew rakirin nexweşxaneya Kings County.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper, li ser bikaranîna hêzê li hemberî xwepêşanderan li dijî Koşka Spî û daxwaza Trump derket ku Trump xwestibû artêşa Amerîkî derkeve kolanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin