Dibe dorpêçên Amerîkayê ji F-35an derbas bibe

Dîroka weşanê :
Dibe dorpêçên Amerîkayê ji F-35an derbas bibe

PeyamaKurd- Bi sedema Tirkiye ji Rûsyayê S-400 kiriye, nerazîbûna Amerîkayê her diçe zêdetir dibe û Tirkiye dibêje ku wan S-400an kiriye. Amerîka bi sedema S-400an dixwaze Tirkiyê ji bernameya hilberîna perçeyên F-35an û ortaxiya wan derxe. Eger ev bibe,wê hinek şîrketên Tirkiyê jî bikevin ber dorpêça Amerîkayê.

Li gor ragihandina VOA yê musteşarê Pentagonê yê ji kirîn û desteka teçhîzatan berpirse Ellen Lord, li Fransayê di fûara hewageriyê de li ser mijara Tirkiyê axifiye û gotiye ku ew Tirkiyê dewletekî hevpar yê NATO yê dibînin û divê Tirkiye S-400an nekire. Lord ragihandiye ku Tirkiye kirîna S-400an betal bike, şîrketên Tirkiyê dikarin di hilberîna perçeyên girîng yên F-35 û sîlihên din yên Amerîka de perçeyên wan çêbikin û bibin hevpar.

Amerîka ditirse ku şîfreyên F-35an, bi kirîna S-400an bikeve destê Rûsyayê û lewra li dij dertê. Hem Amerîka ew kursên ku bo pisporên teknîkî yên Tirkiyê li baregeha Arîzonayê didan, da rawestandin.

Lord di axaftina xwe de behsa ku mijaran ji hev cuda digrin dike lê ji nava beşên cuda yên rêvebiriya Amerîkayê de, komîsyonekî ava kirine û di ser qanûnê bi navê “ qanûna li dijî dijminên Amerîkayê Bergiriya bi Dorpêçan” an ku CAATSA, li ser îhtîmala ku dorpêçên berfireh deynin ser şîrketên Tirkiyê radiwestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin