PeyamaKurd – Di rûniştineke taybet a Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de ku bi sernavê “Sûriye li Çarçeveyekê” hate lidarxistin, binpêkirinên mafên mirovan bûn rojeva sereke.
Endamê Komarparêz Scott Perry, vîdyoyek nîşan da ku tê de îşkencekirina şervaneke jin a YPJyê ji aliyê koma HTŞyê ve tê dîtin.
Perry bi vê pêngavê xwest balê bikişîne ser rûyê rastîn ê komên radîkal û got: “
Hûn dikarin rihên wan bitewînin, kincên wan li xwe bikin û wan bişînin çar aliyê cîhanê, lê ev yek ew bi rastî naguherîne.”
Vê bûyerê nîşan da ku li Washingtonê nêzîkatiya li hemberî krîza li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji hesabên jeopolîtîk ber bi “qanûnên şer û mafên mirovan” ve guheriye.
Endamên Kongreyê di rûniştinê de daxwaza parastina ewlehiya hevalbendên Kurd û şervanên jin kirin.
Pispor destnîşan dikin ku nîşandana dîmenên hovane di rûniştineke fermî de nîşana wê yekê ye ku binpêkirinên li dijî Kurdan êdî rasterast bandorê li “pêvajoya çêkirina polîtîkayên Amerîkayê” dikin.
Tevî vê yekê, hinek çavdêr hişyarî didin ku parvekirina dîmenên weha dikare bandoreke travmatîk li ser Kurdan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin