PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ragihand ku ew ê piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê serdana Iraqê bike.
Erdogan îro Duşemê 26ê Sibatê di civîna Serokên Rêxistinên Bajaran ên AK Partiyê de axivî û derbarê serdana xwe ya bo Iraqê de agahî dan.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ragihand ku ew dê piştî hilbijartinên 31ê Adarê serdana Iraqê bike. Tê çaverêkirin Erdogan serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.
Biryar e Erdogan li Iraqê ji bilî pêwendiyên dualî çend projeyên girîng ên geşepêdanê jî bi berpirsên iraqî re gotûbêj bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin