PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donalad Trump, di serdana xwe ya wîlayeta Ohio ya bo kampanyaya hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdarê de, derbarê John Boltonê şêwirmendê wî yê berê yê asayîşa navnetewî ku pirtûkek li ser siyaseta Trump û nepeniyên Koşka Spî derxistiye daxuyanî dan.
Trump, Bolton wekî ehmeq pênase kir û got, “^Heger min guhdariya wî ehmeqî bikira, niha em di nav şerê 5emîn ê cîhanê de bûn.”
Serokê Amerîka herwiha di axaftina xwe de rexneyên tund li hevrikê xwe yê hilbijartinên seroktiyê Joe Biden girtin û wiha axivî: “Biden di hilbijartinê de bi ser bikeve, ezê li hemberê namzedê herî xirab hilbijartinê winda bikin. Biden, kurewîparêzekî neguher e. Hûn dizanin kurewîparêz li derveyê pergalê man. Wan welat têk dabû.”
Trump got ku ew dê pandemiya koronayê jî di demeke herî kurt de bidawî bînin û li ser hêza leşkerî ya Amerîkayê jî bal kişand ser balafirên F-35 û wiha got: “Niha F-35ên me hene. Hûn nikarin wan bibînin. Ew veşarî ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin