Erdogan: Dem dema sarkirina hesinê sorbûyî û hembêzkirinê ye

Erdogan: Dem dema sarkirina hesinê sorbûyî û hembêzkirinê ye

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî Konferansa Sendîkaya Memur-Senê bû û li ser rojevê gotarek pêşkeş kir.

Erdogan di axaftina xwe de li ser encamên hilbijartinên 31ê Adarê rawestiya û bêyî binav bike li ser nîqaşên dubarekirina hilbijartinên Stenbolê got, “Li holê ye ku hilbijartin barekî giran ê aborî didin ser welat. Nabe ku li yên îtirazê li encaman bikin heqaret bê kirin. Heta YSK (Desteya Hilbijartinê) biryara dawî daye ketine pey şopê. Çima ku partiya min vê dike, hûn çima aciz dibin?”

‘DEM DEMA HEMBÊZKIRINÊ YE’

Erdogan herwiha berevajî kampanyaya xwe ya hilbijartinê ku gotinên tund ji bo opozîsyonê û alîgirên wê bikar dianîn, di vê axaftina xwe de behsa lihevkirin û hêmbêzkirinê kir.

Erdogan got, “Bi taybet di vê heyama hesas ku em tê de ne, divê siyasetmedar bi berpirsiyarî tevbigerin. Li pêşiya me 4 sal û nîvê îcraetê hene. Dem dema sarkirina hesinê sorbûyî û hembêzkirinê ye. Divê em nîqaşên ser hilbijartinê li pey xwe bihêlin û hişê xwe bidin ser rojevê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin