Bahçeli: "Rêvebiriya Azerbaycanê projeya me ya dibistanê qebûl nekir"

Bahçeli: "Rêvebiriya Azerbaycanê projeya me ya dibistanê qebûl nekir"

PeyamaKurd – Serokê MHP a Tirkiyê Devlet Bahçeli di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku rêvebiriya Azerbeycanê projeya dibistana wan ya dixwestin li bajarê Şûşayê ava bikin qebûl nekir. Bahçeli piştî serkeftina Azerbeycanê ya li hemberê Ermenistanê xwestibû li bajarê Şûşayê, bi rêya Weqfa Ülkü Ocakları dibistanekî 8 pol ava bike. Bahçeli weha got:

“Rêvebiriya Azerbeycanê projeya me qebûl nekiriye û di şûna wê de projeyekî cuda amade kiriye. Ev mafê wan yê xwezayiye. Bijarteya pêşiya me ew e ku em li biryara wan rêzê bigrin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin