PeyamaKurd – Serokê Encumana Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, pêwendiyek bi rêya telefonê danîn û di pêwendiyê de, li ser têkiliyên di navbera YE û Rûsyayê de sekinîn.
Yekîtiya Ewropa bi daxuyaniyekê diyar kir, ji bo ku pêwendiyên me bi Rûsyayê re baş bibe, divê Rûsya Peymana Minskê ya ku sekinandina aloziyên rojhilatê Ukraynayê dike armanc bisepîne, êrîşên sîber bide sekinandin û rêz li mafên mirovan bigre.
Herwiha li gorî daxuyaniyê Michel da zanîn, têkiliyên YE-Rûsyayê di xalek nizm de ne û nirxên bingehîn ên YEyê diyar kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Ji bo Ewropayê têkiliyên bi Rûsyayê re, tenê di derbarê mijarên cîbicîkirina peymana Minskê, rawestandina êrîşên sîber û hîbrîd ya li ser welatên endam, rêzgirtina mafên mirovan de heke pêşveçûnek domdar hebe dikare rêyek cûda bigire.”
Di vê çarçoveyê de Michel eşkere kiriye, opozîsyonê Rûs Aleksey Navalny serbest bê berdan û sûîqesta Navalyny bi awayekî zelal bê lêpirsîn.
Herî dawî Michel û Pûtîn li ser derziya Koronayê Sputnik V ya Rûsyayê ku ji aliyê Ajansa Derman ya Ewropayê ve hatibû nirxandin jî axivîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin