Dolar li hember TLyê Tirkiyê bilind dibe!

Dolar li hember TLyê Tirkiyê bilind dibe!

PeyamaKurd- Di serê sibehê de dolar li hemberî TLyê Tirkiyê nêzîkî 4.70an bû. Piştre jî di nava rojê de heta 4.77an derket. Piştre jî di asta 4.75an de diçe û tê. Euro li hember TLyê 5.50 e.

Ji ber ku endeksa Dolarî bilind bû, bi TLyê re, pereyên dewletên ku bi pêş dikevin, ji %1 bihayê xwe winda kirin. Di serê sibehê de Dolar li hemberî TLyê Tirkiyê nêzîkî 4.70an bû. Piştre jî di nava rojê de heta 4.77an derket.

Rojnameya Dunyayê li ser rewşa bazaran analîzek kir û got ku Banqeya Navendî ya Tirkiyê (TCMB) gelek gav avêtin ku bilindbûna Dolarî bisekine û faîz heta 17.75an jî rakirin. Lê belê tevî van gavan jî TLyê Tirkiyê xwe li ber Dolarî nagire û tişta ku bi dest xistibû jî careke dî winda kir. Li gorî analîstan heke Dolar di ser 4.75an re bimîne, dibe ku bilindbûna Dolarî gelekî zêde jî bibe.

Wextê ku em li rewşa dawî dinêrin, em dibînin ku Dolar bilindbûna xwe didomîne. Vê sibehê seet li 08:10an 4.75/TL biha didît û Euro jî 5.50/TL biha didît.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin