Donald Trump Kurdan bi tenê nahêle!

Donald Trump Kurdan bi tenê nahêle!

PeyamaKurd- Senatorê Başûrê Carolinayê yê Amerîkayê Lindsey Graham got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump xetayên Obama nake.

Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin wê hevdîtinekê pêk bînin. Senatorê Başûrê Carolinayê yê Amerîkayê Lindsey Graham li ser vê hevdîtinê axivî û got ku em hêvî dikin ku Serok Trump ji Obama tundtir tevbigere.

Graham wiha berdewam kir: “Obama digot ku heke em leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin, em ê ewlehiya Amerîkayê zêdetir bikin. Lê ev xelet bû, lewra IŞÎD di wê demê de pir bi hêz bû. Piştî vê re jî IŞÎDê li Reqqayê xelîfetî îlan kir û li Ewrûpayê jî êrîşên mezin pêk anîn”.

Li ser pêşeroja Kurdan ya li Sûriyê jî Graham wiha got: “Di têkoşîna li dijî IŞÎDê de alîkariya muttefîkên me yên Kurd Ereban pir zêde çêbû. Ji ber vê yekê Trump wan li herêmê bi tenê nahêle û nahêle ku hêzên herêmê êrîşî wan bikin. Lewra di şer û pevçûnan de barê giran wan kişand. Wan nehişt ku kuştiyên me zêde bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin