Mesrûr Barzanî daxwaz kir her kes û aliyek bi hizr û bêhneka fireh behsa yekrêziyê bike

Mesrûr Barzanî daxwaz kir her kes û aliyek bi hizr û bêhneka fireh behsa yekrêziyê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya li konferansa zankoya Kurdistan-Hewlêrê de pêkêş kir de diyar kir, nabe em daxwaza yekrêziyê bikin lê her yek ji me bi aliyekî de biçe.

Li zankoya Kurdistan-Hewlêrê, îro konferansek li ser yekrêzî û Destûrê destpê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdarî konferansê bû û gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de da zanîn, yekrêzî pevyeka bedew e û dirûşmeka xweş e, lê bi dirûşm û gotinan yekrêzî çênabe. Beriya ku em yekrêziyê çêbikin divê em armancên xwe bikin yek.                                                   

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, nabe em daxwaza yekrêziyê bikin, lê her yek ji me bi aliyekî de biçe.

Mesrûr Barzanî daxwaz kir, her kes û aliyek bi hizr û bêhneka fireh behsa yekrêziyê bike, hev du qebûl bikin da ku hemû li ser armanc xwe bigehîn hev.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin