Serok Mesûd Barzanî cejna Kakeyiyan pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî cejna Kakeyiyan pîroz kir

PeyamaKurd –  Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi munasebeta cejna Kurdên Kakeyî ya ‘Cejna 3 Şevên Yaran’ peyama pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi navê Xwedayê rehman û rehîm,

Bi munasebeta hatina ‘cejna 3 şevên yaran’ ya Kakeyiyan, cejna birayên xwe yên Kakeyî bi germî pîroz dikim.

Hêvîdarim hemû cejnên xwe bi bexwetewerî û aramî derbas bikin.

Hêvîdarim hun her wext ji xerabiyan dûr bin. Daxwaza min ew e ku birayên me yên Kakeyî û qismên din yên ku ji terorê êş û azarê dîtine, ew êşû azara wan bi dawî were û xweşî her bo we be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin