Îspanya biryar da: Dê sîlihan nede Tirkiyê

Îspanya biryar da: Dê sîlihan nede Tirkiyê

Wezareta karên derve ya Îspanyayê ragihand ku wê sîlihên Tirkiye karibe di ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de bikarbîne, nefroşe Tirkiyê. Beyana wezareta Îspanyayê weha ye:

“Îspanya wê bi hevkarên xwe yên Yekîtiya Ewrûpayê re di nava koordînasyonê de ye, ew sîlihên ku dikaribin di operasyona ser Rojava de bikarbînin lîsansa wan dê nede Tirkiyê û wan nefroşe Tirkiyê. Hebûnên leşkerî yên Îspanyayê ku li Tirkiyê hene, bi armanca teşwîqa aştî û îstîqrara li herêmê ya NATO yê ye û perçeyekî jê ye.”

Hukumeta Îspanyayê berê jî di ser rêya wezareta xwe ya bergiriyê de gotibû ku dahatûya sîstema Patriotan ya Îspanyayê ku li Tirkiyê ye, di destê NATO de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin