Du mercên santaja koçberan a Lukasenko hatin eskere kirin

Du mercên santaja koçberan a Lukasenko hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Estonyayê Eva-Maria Liimets, her du mercên şantaja koçberan a Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko eşkere kirin.

Wezîra Estonyayê di hevdîtinekê de ligel kanala ETV de got, ji bo bidawîanîna kêşeya koçberan ligel Yekîtiya Ewropayê, du mercên Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko hene.

Liimets diyar kir, Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko daxwaz dike ku sizayên li ser welatê wî werin rakirin û rewabûna mayîna wî ya li serokatiya welat were qebûlkirin.

Eva-Maria Liimets gotiye, ji bo Estonyayê girîng e ku sizayên li ser Belarusê weke xwe bimînin û werin tundkirin jî.

Liimets herwiha daye zanîn: “Gelek girîng e ku Yekîtiya Ewropa bi hev re rûbirûyî Belarusê rawestin û zextên zêdetir li ser wê çêbikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin