DYA guvasên tûnd li Venezuellayê disepîne

DYA guvasên tûnd li Venezuellayê disepîne

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî hikûmeta Venezuellayê cezayê qedexeya siyasetê bi ser serokê opozisyona Venezûelayê ve sepand, rêveberiya Washingtonê biryar daye ku ew ê cezayên poşmanker li ser rêveberiya Caracasê bisepîne.

Piştî ku Dadgeha Bilind a Venezuelayê (TSJ) cezayê 15 sal qedexekirina xebatên siyasî da seroka opozisyonê Maria Corina Machado, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wê hin cezayên ku rêveberiya Venezuellayê ji vê helwesta xwe paşve gav bihavê bi ser vî welatî ve bisepîne.

Daxuyaniya ku ji alî Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Matthew Miller ve hate dayîn de Miller destnîşankir ku ev biryara TSJê ku berî hilbijartinên Venezuellayê hatiye dayîn, ji alî wan ve bûye maka gumanên neyînû û got ku Washingtonê vê biryarê bi xemgînî pêşwazî kiriye.

Miller, di daxuyaniya çapemeniyê ya rotîn de bi bîr xist ku di hevdîtinên Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro yên bi opozisyonê re ti geşedanên pêşketinê pêk nehatine û diyar kir ku wan pêşniyazên xwe yên li ser vê mijarê bi Wezareta Gencîneyê re parve kirine.

Matthew Miller ragihand ku ji ber qedexekirina beşdariya namzedên opozisyonê ya hilbijartinên serokatiyê yên Venezuellayê jî, wê DYA ji nû ve guvaşên qedexekirina bazirganiyê yên kertên zêr, neft û gaza sirûştî li ser Venezuelayê bisepîne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Miller got: "Destûrnameyên kompaniyên kerta zêr ên Amerîkî yên ku dixestin bi Venezuellayê re bazirganiyê bikin hatibûn dayîn, wê heta 13ê Sibatê bêne rawestandin. Ger li vî welatî pêşveçûnên sîyasî pêk neyên, em ê lîsansên henardeya neftê ku di 14ê Nîsanê de bi dawî dibin, heta demeke nediyar rawestînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin