Ebdulmehdî ji bo firînên bê destûr hisyarî da Amerîkayê

Ebdulmehdî ji bo firînên bê destûr hisyarî da Amerîkayê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê yê dest ji kar kişandiye Adil Ebdulmehdî, bi daxuyaniyeke rexne li liv û tevgera balafirên Amerîkayê ya bi ser binkeyên milîsên nêzî Îranê kir û hişyarî da ku firînên bê destûr wê bibin sedema aloziyê.

Adil Ebdulmehdî îro 30yê Adarê ragihand, ew dê hemû tevdîr û rêkaran dijî êrîşên ser hêzên biyanî û hêzên Iraqê bigirin û got, heger êrîşek li ser hêzên Iraqî û hêzên biyanî li ser axa Iraqê pêk were, ev dibe binpêkirina serweriya Iraqê û zêdegavî ye bo ser dewleta Iraqê.

Ebdulmehdî, xem û fikarên xwe yên bo firîna balafirên bê destûr li Iraqê li ser esmanên binkeyên leşkerî yên nav axa welat anî ziman û hişyarî da ku dibe ev bibe sedema aloziyekê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin