PeyamaKurd – Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, biryara avakirina komîteyekê ji bo nivîsandina pêşnûmeya destûra bingehîn a Sûriyê derxist.
Hate ragihandin ku îro 3yê Adarê Ehmed Şera, biryarek derxist û komîteyek ji bo amadekirina pêşnûmeya destûra Sûriyê bo qonaxa veguhêz destnîşan kir.
Hate diyarkirin ku di komîte ji 7 kesan pêk tê û ti kesekî Kurd di nav de tune ye.
Komîte ji Dr. EbdilHemîd El-Ewak (Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê), Dr. Rî´an Kihêla, Dr. Yesir El-Hiwêş, Dr. Îsmaîl El-Xilfan, Dr. Mihemed Rîda, Dr.Ehmed Qirbî û Dr.Behiyê Mardînî pêk tê.
Komîte piştî pêşnûmeya destûrê amade bike, wê pêşkeşî Ehmed Şera bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin