PeyamaKurd- Li Iraqê di 12ê Gulanê de hilbijartin hatin kirin, lê belê heta niha hê hukûmet nehatiye avakirin. Di vê dema gengeşiyê de hate îddakirin ku Amerîka û Îranê hevdîtinek pêk anîne.
Çavkaniyek ji rojnameya Kuweytê ya bi navê El Ceridê re axivî û got ku Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê ji bo têkoşîna li dijî IŞÎDê Brett McGurk û Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê (Pasdaran) Qasim Silêmanî ji bo avakirina hukûmeta Iraqê hevdîtinek pêk anîne.
Li gorî heman çavkaniyê, li ser daxwaza McGurk di 11ê Êlûnê de hevdîtin pêk hat. Di hevdîtinê de, li ser avakirina hukûmeta Iraqê, protestoyên li Besrayê û şer û qirênên li welatên Ereban hatiye sekinîn.
Li gorî îddayên rojnameyê, di civînê de McGurk gotiye ku tu eleqeya wan bi şewitandina konsulxanye Îranê ya li Iraqê re nîn e û dixwazin ku ji bo avakirina hukûmeta Iraqê bi hev re bixebitin. McGurk di heman demê de gotiye ku ji bo serokwezîrtiyê tu kesî destek nakin; lê belê kesekî nû wê baştir bibe.
Nûnerê Amerîkayê Brett McGurk berî niha jî li Kurdistanê bi erkdaran re gelek civîn pêk anîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin